Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, du nameyên cuda arasteyî herdû birêzan Haron Kabadî Serokê Komeleya Niştimanî ya Komara Chad û birêz Emîn Eba Sedîq Wezîrê Karûbarê Derve û Temamiya Efrîka û Chadê kirin, û di herdû nameyan de bilindnirxandina xwe anî ziman ji tiştê ku Hikûmata Chad ya rêzdar pêşkêş dike re, her weha ji rola wê ya çalak re di civatên navdewletî de.
Û Elherîrî di herdu nameyan de tekezî li ser miqatebûna Hevbendiya Niştimanî li baştirîn têkliyên biratî li gel Komara Chad û xurtkirina van têkliyên dikevin xizmeta herdu gelên me yên bira de kir, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî xwe dispêre rola rayedarên Komarê di tevaya civatên navdewletî de, ji bo ku alîkar bin û piştgiriya doza gelê sûrî bikin, daku daxwazên gelê wî yên rewa pêk werin.
Û Elherîrî amadebûna Hevbendiya Niştimanî bo karê li gel Komara Chad anî ziman, daku nehêlin rijêma Esed biser bikeve, û piştgiriya cîbicîkirina çareya siyasî li sûriyê li ser bingeha daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 bike.
Û Elherîrî bo xizmeta pêşdebirina pirosesa siyasî berve pêş de û piştgiriya dozên hevbeş di navbera herdu gelên bira de, cextî li ser hevrêzî û hevkariyê kir, her weha karê bi hev re ji bo rê li pêşiya penaberên sûrî xweş bikin, bo vegera ewle û ji dev xwe ve, û tevaya hêzên biyanî ji sûriyê derînin û di serî de Îran û Milîsên girêdayî wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî