Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, gelê Lîbiya yê bira li ser baweiya ku daye Hikûmeta lîbî ya nû bi Serokatiya Abdulhemîd Debîbe pîroz kir, û hêvî kir ku ev pêngava gewre destpêka hevgirtineke niştimanî ya berfireh be, û yekîtiyê di nav tevaya saziyên welêt de peyda bike, daku ji gelê Lîbî re li ser asta ewlehî û geşepêdanê sûdedar be.
Serokê Hevbendiya Niştimanî nameyeke pîrozbahiyê arasteyî D. Nejlaa Elmenqoş kir, bi boneya bawerîpêdana Hikûmeta Lîbiya ya Niştiman ya nû, herweha bi boneya wergirtina wê ji postê Wezareta Derve ya Dewleta Lîbiya ya bira re.
Û Elherîrî di nameyê de hêviyên xwe derbarê vekirina aliyên Lîbî ji rûpeleke nû ji karê hevbeş û hevkariyê re li ser asta gelêrî û siyasî anî ziman, di bin sîwana Hikûmeteke Yekgirtî û Niştimanî a ku pabendiyê bi çarçoveya dezgehî û yasayî dike, û rêzê li pirensîpên azadî û demoqrasiyê digire.
Û Elherîrî sipasdariya xwe bo Dewleta Lîbiya bi gel û hikûmetê li ser helwestên siyasî yên piştgir ji şoreşa sûriyê re û rawestana wan li kêlek gelê sûrî anî ziman, û di nameyê de got ku Hevbendiya Niştimanî bo hevkariyê li gel Encûmena Serokatiyê û Encûmena Wezîran amade ye, her weha xurtkirina têkliyên hevbeş ji bo ku bighêjin çareya siyasî li sûriyê, daku hêviyên gelê sûrî yên rewa pêk werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî