Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyeke sipasiyê bi navê Hevbendiya Niştimanî û gelê sûrî arasteyî Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîka Birêz Mosa Mihemed Fikî kir, li ser çalakiyên berdewam yên ku Hikûmeta Yekîtiya Efrîka pêşkêş kirine û pêşkêş dike, û rola wê ya çalak di civakên navdewletî de.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li parastina baştirîn têkliyên biratî li gel Dewletên Yekîtiya Efrîka miqate ye, û heza herdem ya Hevbendiyê di warê xurtkirina têkliyên dikevin xizmeta herdu gelên bira de anî ziman.
Û Elherîrî cextî li ser giringiya rola Yekîtiya Efrîka di tevaya civatên navdewletî de bo piştgiriya doza gelê sûrî kir, daku daxwazên xwe yên rewa pêk bîne, û nehêle ku rijêma Esed ji nû de biser bikeve, û piştgiriya cîbicîkirina çareya siyasî li sûriyê li ser bingeha daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 bike.
Û Elherîrî di nameya xwe de amadebûnya Hevbendiya Niştimanî bo karê li gel Yekîtiya Efrîka diyar kir, daku têkeve xizmeta pêşdebirina pirosesa siyasî û ji bo ku biryarên ku dikevin xizmeta doza gelê sûrî û piştgiriya dozên hevbeş yên herdu gelên bira bistîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî