Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
2ê Reşmeha 2014an
Di rojekê wekî vê rojê de ji sala 1982an, rêjîma Esed êrîşeka berferh li dijî bajarê Hemayê piştî dorpêçkirina wî ji hemû rexêan de pêkanî, bi fermanên Hafiz Elesed û taqimê wî, dirintirîn tawan hatin pêkanîn, û têde derdora 40 hezar welatî şehîd ketin û hin taxên bajêr bi berferhî hatin wêrankirin.
Îro xelkê Sûriyê li hember paşmayekê mezin ji tawanên rêjîma Esed dirawestin, her ji destpêka desthilata wî û heta bigehe tawanên wî yên têne kirin her ji destpêka şoreşa rûmet û azadiyê ve.
Hêjaye gotinê ye ku, raperîna xelkê Sûriyê careke din û bi hemû pêkhateyên xwe ve di rûyê vê rêjîmê de, nîşana hez û evîndariya gelê Sûriyê ye ji Azadî û jiyanê re, tevlî piştgiriya Siyasî û leşkerî û madî ya tête ji rêjîmê re bo kuştina vîn û heza Sûriyan û tevlî piştguhxistin û bêdengiya Navdewletî ji kuştarên rêjîmê re yên berdewam û wêrankirina Sûriyê; tevlî weha berxwedan û xweragiriya Sûriyan berdewam e û wê Sûr bimînin li ser berdewamiya Şoreşê û bidestanîna armancên wê bitemamî, çiqas dem dirêj bibe û çiqas zehmetî jî bêne pêş.
Dilovanî ji Sehîdan re, Saxî ji Birîndaran re û Azadî ji Girtiyan re
Bijî Sûriya û bijî Gelê Sûriyê bi azadî û serbestî.