Piştî biryara rêveberiya xweser ya biser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ve, ya derbarê dezgehên xêrxwaziyê , komeleya Roj karê xwe li bajarê Amûdê roja yekşemê 1-2-2015 rawestand.
Rêveberiya komeleyê daxuyanîyek belavkir û têde sedemên rawstandina karê xwe eşkire kir.
Rêvberê komelê Dr. Umer Ûcê ji malpera me re diyar kir, ku wan karê xwe rawestand weke pirotestokirinekê ji biryara PYD re ya derbarê dezgehên xêrxwaziyê
Ûcê da zanîn ku komelya ROJ hatibû damezrandin ji hêla hin çalakvanan bi mebesta alîkariya malbatên xizan û sêwiyan,dûrî ecindeyên siyasî.
Her wiha Ûcê tekez kir ku tevaya endamên desteya rêveberiya komelê li ser biryara rawestandinê erê kirin , ji ber ku yasaya rêdana kar ne li gor şert û mercên ku komele li ser hatibû damezrandin.
Tê zanîn ku komeleya Roj red kir kû rêdana kar ji Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD bi xwaze.
Jêder: Hevbendî