Şanderê Navdewletî Stîvan Dî Mîstora hişyarî li ser çavgirtin û derengmana parastina Helebê ji wêrankirnê da, ji bo çarenûsa wê ne wek ya Humsê be.
Herweha di civîna duh de li pêş cîgirên Ewropî di gotina xwe de tekez kir ku pêşinyara rawestan û cemidandina şer li Helebê di serê lîsteyê de ye, ji ber ew çareseriya tekane ye ku li ser masê pêşinyarkirî ye, ta ku di pêşerojê de bibe destpêka rawestana şer û tundiyê li ser tevahiya xaka Sûrî.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kir li ser pêwistiya ku ” Pilana Dî Mîstora divê bigihêje çareseriyek siyasî tekûz li gor nerîn û biryarên Cinêvê”, Herweha ” Pêwistiya hebûna gerentiyan bo misogerkirina cîbicîkirina çi peymanê be, û misogerkirina ku rejîma Esed ji cemidandina şer re li eniyeke destnîşankirî sûdeyê wernegire , ji bo veguheztina hêzên xwe ber bi eniyin dî ve “.
Jêder: Hevbendî