Serokê Tirkî Receb Teyib Erdoxan Rûsiya û Çîn bi derxistina astengiyan li pêş çareseriya li Sûrî tawanbar kirin û got: ” 350 Hezar kes li Sûrî kuştin, û 7 Melyon ji malên wan koçeber kirin, lê du dewlet hene; Rûsya û Çîn hîn nahêlin çareserî biserî bibe, tev ku em gelekî li ser wilo axivîn”
Erdoxan derengmana Encumena Ewlehiyê di destwerdana bo rawestandina kuştina rejîma Esed li Sûrî û dîtina çareyekê bo bûyerên ji berî 4 salan de berdewam in rexne kir û pirsî:” Ka dadwerî di vir de? 350 Hezar mirov werin kuştin, û Encumena Ewlehiyê destwerdanê nake”. Erdogan di gotina xwe de a li akadimiya Tirkî bo dadweriyê li Enqereya paytext got: ” 5 endamên herdemî, û 10ên demkî di Encumena Ewlehiyê de hene, ev her deh endam bê desthilatî ne, lewre divê em vê yekê biguherin, lê dewletin hene vê guhertinê naxwazin, da ku desthilatdariya xwe jidest nedin”.
Jêder: Hevbendî – Ajansa Enadol.