Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rêjîma Esed ji doh ve bi gelek kuştaran li Gund û Bajarokên Dera û Idlib rabûye û ew bi êrîşên asmanî pêk anîne. Herwiha Topa wî davêje Dûma û Zebedanî û Herêmên din li Gundewarê Şamê bi dehan kuştî û birîndar ketin û Taxên Niştecihan jî wêran bûn, û hêj Çalakvan û Desteyên berevaniya Sivîl qurbaniyan ber bi Nexweşxanan ve diguhêzin û di bin bombebarana berdewam de Pakrewanan ji bin wêraniyê derdixînin.
Hevbendiya Niştimanî evan kuştaran protesto dike û nerazîbûna xwe ji bêdengiya navdewletî dide ko ev Rêjîma Esed bi kampanyeke kuştaran li ser temamiya xaka Sûriyê rabûye bi top û firokan û bombebarana Mûşekan di hewldaneke tolhildanê ji miletê Sûrî dike hem jî seqayekê ji pirbûna Rêkxistinên tirorist re amade dike.
Nabe ko Netewên Yekbûyî û hemû Endamên Civaka Navdewletî di evê helwesta xerab de berdewam bikin, ya ko dihêle Sivîl di bin Bermîlên Teqîner yên Rêjîmê û kuştarên Rêkxistinên tirorist de bimînin. Giring e em banga xwe nû bikin, da Rêkxistina Netewên Yekbûyî bi erkên xwe di parastina aştî û ewlekariya Navdewletî rabe. Û têwirdaneke zû bike da xelkên Sûrî rizgar bike, û dawî li Rêjîm û Rêkxistinên tirorist bîne.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî
03Sibata 2015