Artêşa Azad Girê Elmeyasat yê stratîjîk yê ku dikeve raserî gereka Elbirêc li bakurê Helebê bi temamî kontrol kir, ku ew gir di navçeyê de dibû rêgir û asteng li pêşiya tevgera şervanan ji ber topbarankirina berdewam ya hêzên Esed ji ser wî girî.
Di şerê navborî de şervanan 15 serbazên hêza Esed dîlgirtin û di nav wan de hin Iranî hene, herwiha destkeftiyên wan tankek û bireke çek û ceblixane bûn, zêdebarî kuştina serkirdeyê odeya operasyonan û kuştina bidehan serbazên din.
Ji aliyekî dîtir Artêşa Azad li bajarê Afrînê 20 girtî ji nav lepên PKK rizgar kirin û di nav wan de 7 neferên Artêşa Azad jî hebûn.
Ku ev çende hat piştî retkirina PKK ji azadkirina wan girtiyan re û piştî navgîniya gelek aliyan û hewldanên wan bo azadkirina girtiyan, lewra Artêşa Azad li hember retkirina PKK bi vê kiryara serbazî û gefxwarinê rabû, bi pêkanîna tabûrekê şoreşgeran ku birêz ketin û ji 25 otombêlan û bi çekên mamnavend û yên qoris pêkdihatin û ji bajarê Mari’h ber bi bajarê Afrînê çûn, û ew 20 girtî azad kirin.
Jêder: Hevbendî+ Tora Şam