Wezîrê Karê Derve ê Qeterî Xalid Bin Mihemed El´etiye dît ku: ” Bingeha pirsgirêkê li Sûryayê siyasetên Esed yên hovane ne, ne Rêxistina Dewletê ye”.
El´etiye diyar kir ku xelk li deverê ne dilxwazên rêxistina “Daiş”in, lê ew hewl didin ku bingeha pirsgirêkê di bîra herkesî de bînin, û çavan li ser sedema rastîn ji rewşa Sûrî neguherin. Ji ber: ” Kuştina 300 Hezar kesî û ketina bermîlên teqîner ku rejîma Esed diavêje bi ser jin, zarok, û kalemêran de bê cudayî, hovîtiya vê rejîmê tekez dike”.
El´etiye hişyarî da ji ramana beşdariya rejîma Esed di şerê dijî tirorê de û got: ” Piştî çar salan ji kuştina Sûryan, nabe ku em bibêjin rejîma Esed di şerê komên tirorist de dikare bibe hevalbendê me, ji ber ew mîna megnatîsê bû, hemû komên tirorist ber bi xwe ve kişandin “.
Di heman mijarê de duh serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce got: ” Êrêşên Hevpeymaniyê li ser “Daiş”ê nekarîna xwe ya rawestandina berfirehbûna wê de, yan rawestana ziyanên wê li milletê Sûrî û cîhanê diyar kirin, Artêşa Azad destpêka sala bûrî de aktîvbûna xwe di qewirandina “Daiş” ji Helebê çesipand”.
Xoce wisa berdewam kir: ” Ez ji hemû welatên cîhanê û hevalan dixwazim piştgiriya pirojeya me di sazîkirina Artêşa Azad de bikin, û damezirandina Artêşa Niştimanî Sûrî ku tu hêvî bo bidawîkirina rejîma Esed û tirora Daiş û ya nijadperist ku li deverê belv bûye diyar nabe ji bilî wê “.
Jêder: Hevbendî – Ajans