Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di rojeke mîna îro de ji sala 1982yan de çeteyên rijêmê bajarê Hemayê dorpêç kir û bi fermandariya Hafiz Esed komkujî pêk anî, û pêkanîna tewan û komkujiyê mehekê berdewam kir, û ji encamê 40 hezar sivîl şehîd ketin, û bi ser de bêhtirê taxên bajêr rastî wêrankirineke mezin hatin, û giringtirîn taxên dîrokî bi xakê re hatin rastkirin.
Bi dehên dîdevanan tewanên ku çeteyên rijêmê di dema komkujiyê de pêk anîne belge kirin, lê piraniya tiştên bûne nediyar in, û ew hewcedarî hîn bêhtir belgekirinê ne, daku bi pey tewanbaran bikevin û nehêlin ew ji sizayan rizgar bibin.
Komkujiyên rijêmê û tewan û binpêkirinên bi piştgiriya dagîrkerê Rûsî û Milîsên Îranî hîn berdewam in, û civaka navdewletî heman rola berî bidehên salan dileyze, dema ku li ser komkujiya Hemayê bêdeng ma, û hişt ku rijêm bê lêpirsîn û sizakirin tewanên xwe pêk bîne.
Tewanên vê rijêmê ji bo sûriyan rojnameyek ji êşan çêkir, ji ber ku ti roj têde bê bîranîna komkujiyeke hovane an bobelatekê an koçberkirinê an rûxandinê an tewanên kuştinê derbas nebûye û rijêmê dermafê gelê sûrî an gelên deverê tewan pêk neanîne.
Maf kevnar e û tişt wê betal nake, û mafên mirovan û tewanên dijî wan gelan û dijî mirovahiyê bi demê re nakevin, û dûr be an nêzîk be dê sûcdar ceza bibe.
Şikodarî bo şehîdan, saxlemî bo birîndaran û azadî bo girtiyan
Bijî Sûriya û gelê wê yê azad û birûmet
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
2 sibat 2021