Di bîranîna komkujiya hemayê de yaku rijêma Hafiz Esed di sala 1982 de pêk aniye, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku Maf kevnar e û tiştek wî betal nake, û mafên mirovan û tewanên dijî gelan û dijî mirovahiyê bi demê re tune nabin.
Û di daxwiyaniyeke xwe de Hevbendiya Niştimamî cext kir ku dûr be an nêzîk be tewanbar dê cezayê xwe yê rewa bibe, û got ku rijêma Esed ji bo sûriyan rojnameyek ji êşan çêkir, ji ber ku ti roj têde bê bîranîna komkujiyeke hovane an bobelatekê an koçberkirinê an rûxandinê an tewanên kuştinê derbas nebûye, ku rijêmê tewan dermafê gelê sûrî an gelên deverê tê de pêk neanîne.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Komkujiyên rijêmê û tewan û binpêkirinên bi piştgiriya dagîrkerê Rûsî û Milîsên Îranî hîn berdewam in, û bal kişand ser ku civaka navdewletî heman rola berî bidehên salan dilîze, dema ku li ser komkujiya Hemayê bêdeng ma, û hişt ku rijêm bê lêpirsîn û sizakirin tewanên xwe pêk bîne.
Tê zanîn ku çeteyên rijêma Hafiz Esed di rojeke wek îro de ji sala 1982an de bajarê Hemayê dorpêç kirin û komkujî pêk anîn, û pêkanîna tewan û komkujiyê mehekê berdewam kir, û ji encamê 40 hezar sivîl şehîd ketin, û bi ser de bêhtirê taxên bajêr rastî wêrankirineke mezin hatin, û giringtirîn taxên dîrokî bi xakê re hatin rastkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî