Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro Bîranîna bi êş e, ya yek ji tewanên cengê yên ku rijêmê dermafê xelkê Elgota Elşerqiyê pêkaniye, dema balefirên cengê bazarek cemawerî li bajarê Dûma bi 6 êrîşên asîmanî li pey hev armanc kir, û bû sedema ketina bi dehên pakrewan û birîndaran, û şewitandin û wêrankirineke berfereh li nav avahiyên bajêr çêbû.
Ew êrîş bi bombeyên valahî bûn, û navê 114 şehîdî ji pakrewanên vê momelkujiyê hate belgekirin, û hejmara birîndarên Elgota di wê rojê de gihîşte 500 kesî, xwîna wan di kerîdorên nexweşxaniyên ku nikaribûn ew hemû vehewandana tev li xwîna şehîdan bû, û hin dîdevanan gotin ku xelkê bajêr rastî êrîşeke din hatin di dema ku şehîd vedişartin de, û cîhanê didît û dibihîst, di heman dema hebûna Rêvebirê Pirosesên Netewên Yekbûyî li Şamê.
Tewana tirsnak ya bûyerên wê, roja yekşemê 16 tebaxê 2015an, bi awayekî pîlankirî û bi mebest pêkhatin, û bazareke gelêrî di dema qelebalixê de hate armanckirin, û ji encamê hejmareke mezin ji qurbaniyan ketin, ew jî hewaldaneke tewankarî ya serneketî bû ji bo vîna gelê Sûrî bişkîne, lê wê komelkujiyê tevaya aliyên civaka navdewletî û saziyên wê tazî kirin, û bêkêrî û neamadebûna wan ji pêkanîna erkên wan re diyar bû.
Rijêm û siponserên wê bi bûrîna demê re ji tewanên xwe bêguneh nabin, û belgekirin û şopandina doseyên tewanên li Sûriyê pêkhatine û bîranîna wan dê berdewam be, ew erkek ji erkên me ye, û ew berpisyarî ye li ser milê civaka navdewletî û saziyên mafnasî, û cezakirina tewanbaran û pêkanîna dadweriyê û veguhastina vê doseyê ji bo Dadgeha Tewanên Navdewletî dê di demeke nêzîk de were kirin.
Ji Netewên Yekbûyî û Encûmana Ewlekarîyê û aliyên kartêker tê xwestin ku berpisyariyên xwe derbarê komelkujîyan û rewşa li Sûriyê hilgirin, û ji tevaya aliyan tê xwestin ku tiştê pêkan bikin, daku biryarên navdewletî berve cîbicîkirinê herin, û çareya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê temam bibe, û veguhastina doseya tewanên cengê li Sûriyê bo Dadgeha Tewanên Navdewletî misoger bibe.
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
16 tebax 2020