Ofêsa Revendên Sûrî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, û bi amadebûna Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî, û Hevrêzkarê Ofîsê Mihemed Yihya Mektebî, civînek ji dûr ve li gel nûnerên revenda Sûrî li Emerîka û nûnerên saziyên sûrî yên li Emrîka dixebitin lidar xist, û bi wan re behsa hejmarek ji gavên xurtkirina karê hevbeş derbarê piştgiriya doseya Sûrî di hundir navemdên çêkirina biryara Emrîkî de kir.
Û bi nêzîkbûna dema hilbijartinên Emrîkî, amedebûyan pirograma her berbijêrekî û pilanên wî yên girêdayî doseya Sûriyê, her weha şansên serkeftina her yekî ji wan û meyldariya giştî ya welatiyê Emrîkî yê bi koka xwe Sûrî ye gengeşe kirin.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina pêwendîyê bi Revenda Sûrî û Saziyên Sûrî li gel xwediyên biryarê di rêvebiriya Emrîkî û Kongirêsê Emrîkî de bo piştgiriya şoreşa Sûriyê di bidestxistina azadî û rûmetê de kir, û bal kişand ser girîngiya hevkariyê û hevrêziyê li gel nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Emerîka, yê ku di rojên werin de wê bi rengekî fermî destnîşan bibe, her weha pilana hevbeş derbarê amedekirina helmetên piştevanî û komkirina piştgiryê.
Û Elherîrî li ser rewşa giştî li deverên rizgarkirî û rola Hevbendiya Niştimanî di riya saziyên cîbicîkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de û Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê di rêvebirina wê deverê de axifî, û tekezî li ser karê ji bo çakkirina ketwarê deverê û bilindkirina asta pilana rêvebirî tê de kir.
Û bal kişand ser pêwîstiya piştgiriya Wezareta Tenduristî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, di rûbirûkirina bêtara Vîrosa Korona de, nemaze ku alav û avahiyên bijîşkî li deverên rizgarkirî nikarin li hember teqîna bêtarê rawestin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser pêşveçûnên pirosesa siyasî û amadebûna beşdariyê di rûniştina siyemîn ya karê Komîteya Destûrî di 24 tebaxa niha de, li gore xiştekara xebatê yaku li ser lihev kirine pêşkêş kir, û eşkere kir ku rijêm û piştgiriyên wê hîn di çarya siyasî de ne cidî ne, û xwe ji operasyonên leşkerî yên nû re li bakurê Sûryê amade dikin.
Û civêngeran behsa giringiya şermezarkirina binpêkirinên mezin yên Milîşeyên PYD kirin, ya bi awayekî rêbazkirî sivîlan li parêzgehên Dêra Zorê û Elreqa û Elhesekê armanc dike, di riya operasyonên serkutkirin û leşkeriya neçarî ji zarokan re û guhartina rêbazên hînkirinê her weha derxistina yasaya hejmar 7 yaku di riya wê re dest datîne ser malûmilkên koçber û derbideran, û rêkeftinên ne rewa ji bo destdanîna ser jêderên samanê Sûriyê pêktîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî