Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel serokên encûmanên parêzgehan û yên encûmanên şaxan lidar xist, û behsa rola pêkhatên Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina kar û pêwendiyên li gel beşên civaka sûrî gengeşe kir, her weha li ser çakkirina ketwarê xizmetguzariyê li tevaya deveran û pêşxistina sîstema rêvebirina karê wan rawestiya.
Û ev civîn wek beşekî ji pilana Hevbendiya Niştimanî ya xurtkirina pêwendî û hevkarî û hevrêziyê li gel tevaya pêkhat û kesayetên niştimanî yên di desteya giştî ya Hevbendiyê de ye.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî axivî, û tekezî kir ku rewşa niha hewcedarî çalalkkirina karê encûmanên xwecihî ye, her weha xurtkirina rola wan, nemaze di nûnertiya koçber û derbideran de.
Û amadebûyan rola girîng ya Encûmanan di doseya siyasî û dîtina rengê dewletê û sîstema wê ya rêvebiriyê, her weha rola Encûmanên Xwecihî piştî bicîanîna çareya siyasî û beşdariya wan di Hikûmeta hilbijartî de gengeşe kirin.
Û amadebûyan giringî dan doseya malûmilkan û tewan û binpêkirnên ku rjiêma Elesed û Milîşeyên PYD dikin, di riya hewldanên destdanîna ser malûmilkên derbider û koçberan, û dîtin ku ew beşek in ji siyaseta guhartina demografî û dijî tevaya yasa û urfên navdewletî ye, û gef e li ser tevna civakî li sûriyê.
Ji aliyê xwe ve serok û Nûnerên Encûmanan tekezî li ser berdewamiya kar di riya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetguzariyan re kirin, her weha alîkariya di belavkirina hişyariyê de, derbarê rêçên xweparastina ji Vîrosa Korona di bin sîwana pilanên Hikûmetê yên rûbirûbûna Vêros de.
Û amadebûyan li ser berdewamiya pêwendî û hevkarî û hevrêziyê derbarê tevaya astengiyên dahatî, her weha beşdariya di pêşveçûna nerîna Hevbendiya Niştimanî û xurtkirina rola wê li ser asta xwecihî û navdewletî de li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî