Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro Hevbendiya Niştimanî Sûrî bîstemîn salvegera serhildana kurdên sûrî ya di 12ê adara 2004an de li dijî rêjîma Esed bi pêk hat bîr tîne, ew raperîna ji bajarê Qamişlo dest pê kir û giha Amûdê, Efrîn, Kobanî, Helebê û ta bi Şamê vegirt.
Hevbendî bi vê helkeftê balê dikşîne ser rêbaza hovane ya rejîma Esed ji berê de ta niha, dema serederiyê bi serhildanên aştiyane re bi riya kuştin, girtin û tepeserkirinê dike.
Ji wê demê ve rêjîma Esed hewl da ku tevna civaka Sûriyê ji hev bixîne û perçebûnê têxe navbera gelê heman welatî de û dubendîyê çêbike ji bo desthilata xwe ya dîktatorî bihêz bike, me dît çawa serhildana birayên me yên Kurd bi gule û girtinê serkut kir, piştre di sala 2011ê de bi riya mezhebperestiyeke kirêt û hovîtiyeke bêsînor li dijî sivîlan derket, bêyî ku guh bide yasayên navneteweyî û mafên mirovan di her du serhildanan de û heta niha jî.
Bi vê helkeftê, Hevbendiya Niştimanî rêz û hurmet û silavan arasteyî gelê me yê Kurd ê Sûrî û malbatên şehîdên serhildana Adara 2004an dike, û tekezîya li ser hevgirtina niştimanî û nirxên azadî, welatîbûna wekhev û pirrengiyê dike, li gel parsatina prensîbên şoreşa Sûriyê ya gewre û pabendbûna bi pirojeyeke niştimanî ya berfireh ji bo misogerkirina yekîtiya Sûriyê û gelê wê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
12 adar 2024