Hejmarek ji dayikan ji berî pênc rojan de li ber baregeha milîsên PYDê yên terorîst li bajarê Hesekê di mangirtinê de ne, daxwaza vegerandina zarokên xwe yên temen biçûk ên ku ji aliyê endamên van milîsan ve hatine revandin û bo kampên leşkeriya neçarî hatine birin dikin.
Tora medyayî ya Rudawê li ser zarê Înas Osman ku yek ji beşdarên çalakiya mangirtinê ye û dayika keça bi navê “Lava” ye, ragihand ku ev pênc roj in ew li pêşiya baregeha milîsên PYDê ne, li gel dayikên 4 zarokan ku sê ji wan keç in û got: Ew dixwazin zarokên xwe vegerînin lê hîn negihiştine çi encamê.
Emîndarê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasît Ebdulletîf, berdewamiya tawanên milîsên PYDê yên terorîst li dijî sivîlan li navçeyên di bin kontirola wan de li rojhilatê Firatê şermezar kir, û tekez kir ku milîsên PYDê yên terorîst dest di tawanên xwe de berdewam in, û rojane li dijî sivîlan tawanan pêk tînin, bi taybetî girtin û kuştina di bin îşkenceyê de, her weha revandin û leşkerkirina zarokan bi darê zorê.
Ebdulletîf tekez kir ku piştgirîkirina van milîsan dibe sedema berdewamiya êş û azarên sivîlan û koçberbûna xelkê herêmê ber bi cihên ewletir li derveyî welat, û daxwaza rawestandina piştevaniya van milîsan û sizadana berpirsên ku tawan pêk anîne kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî