Girûpa Kar ya Yasayê û Mafên Mirovan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, dê roja Şemiyê 23ê Adarê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê komxebatekê li dar bixe, di bin navê: “Pêşxistina yasayan, pêwîstiyeke civakî û dezgehî ye, ji bo pêşxistina dadmendîyê û parastina mafan.”
Hejmarek ji dadger, mafnas, akademîsyenên yasayê, lêkolîner û kesên ku di warê yasa û dadmendiyê de têkildar in, tevî rayedarên cîbicîkar û çêkerên biryaran beşdarî di komxebatê de kirin.
Di komxebatê de ketwara yasayê li herêmên rizgarkirî û girîngiya pêşxistina wê ji bo bicîanîna edaletê û parastina mafên welatiyan tê gengeşekirin, û aliyên civakî û yasayî û dezgehî ên vê proseyê hatin ronîkirin.
Koordînatorê Girûpa Kar ya Yasayê û Mafên Mirovan Ebdulbasît Ebdulletîf, hêvî kir ku ev komxebat bi bandor be ji bo zêdekirina hişmendiyê derbarê rola pêşdebirina yasayan di bidestxistina edalet û mafan di civaka me de, û amadekariya ji bo xebata yasayî ya yekgirtî ya xizmeta van armancan dike.
Û tekez kir ku zêdekirina ewlehî û aramiyê li navçeyên rizgarkirî, karekî sereke ye di nerîna niha ya Hevbendiya Niştimanî de, û bal kişand ser giringiya kar ji bo baştirkirina sîstema rêveberiyê û bihêzkirina desthilata dadweriyê.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî