Girûpa Cezîrê û Firat di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de, dê roja Çarşema bê, 20ê Adara 2024an, li bajarê Rihayê yêTirkiyê workşopekê derbarê pêşhatên meydanî û siyasî li herêma Cezîrê û Firat lidar bixe, bi beşdariya endamên navendên lêkolînan yên Sûrî û ragihênerên pispor di karûbarên herêmê de her weha nûnerên çalakvaniyên Civakî yên ku nûnertiya pêkhateyên herêmê dikin.
Komxebat ji çar rûniştinan pêk tê, ya yekem der barê serhildana eşîran li rojhilatê Feratê li dijî milîsên PYDê yên terrorist e. Tê de beşdar dê li ser kok û sedemên rasterast û nerasterast ên serhildana eşîran, her weha helwesta Amerîka û dewletên herêmê jê û pêşketin û encamên wê rawestin.
Di rûniştina duyemîn de, kesên amade dê rewşa aloz a di navbera milîsên Îranî û hêzên hevpeyman de li rojhilatê Firatê gengeşe bikin û li ser hebûna leşkerî ya milîsên Îranê û hêzên hevpeyman li herdu beravên Firatê, û asta şer û pevçûnên berê li gorî pêşhatên dawî, û mijara pevgirêdana qadên şer a ku Îran dixwaze ferz bike, û helwesta milîsên PYD’ê yên terorîst ji van geşedanan û encamên vê pevçûnê û texmînên gurbûna şer û peydabûna derfetên pêkanîna aramiyê rawestin.
Di rûniştina sêyem de dê kesên amade li ser pêşketinên dawîn yên awayê serederiya milîsên PYDê di warê civakî û siyasî de, û awayên dan û standina eşîran bi van milîsan re, û çawaniya serederiyê piştî serhildana eşîran û rola Hevpeymanan di aramkirina rewşê de gotûbêj bikin.
Di dumahiyê de, dê beşdar di rûniştina çarem de binpêkirin û şert û mercên mafên mirovan li herêmê binirxînin, ku milîsên PYDê yên terorîst di revandina zarokan û leşkerkirina wan de bi darê zorê berdewam in, bi awayekî keyfî xelk tên girtin, îşkence dibin, gundan bi buldozan dixînin, û berdidin nişteciyan û berheman dişewitînin, û kiryarên teroristî û teqînan li nav sivîlan pêk tînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî