Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Ebdulmecîd Berekat, tekez kir ku dadgehkirina Rifat el-Esed ji aliyê Swîsra ve ji bo sizadana wî gaveke pir dereng e, û diviyabû berî 40 salî ew gav bihata avêtin, ji ber ku ew li Fransa dijîya û pereyên gelê sûrî di bankên ewropî de vedişartin, ne piştî ku reviyaye Sûriyê û dûrî destê wan ketiye.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku peyketina tawankarên cengê li Sûriyê û hesabpirsîna ji wan, pêngaveke bingehîn e ji bo gihîştina çareseriya siyasî ya tê xwestin li Sûriyê, û daxwaza aktîvkirina mîkanîzma bêalî ya navdewletî ji bo hesabdîtina bi tawankarên şer re li Sûriyê kir.
Berekat anî ziman ku sistbûna navdewletî di sizadana sembolên rêjîma Esed de di ber tawanên ku li Sûriyê li dijî sivîlan pêk tên, dîmenekî neyînî nîşan dide, û got: “Êdî prensib û nirxên cîhanî yên ku guh didin pêkanîna dadweriyê û vegerandina mafan, tenê wek slogan li wan tê nerîn, ne wek rastiyan.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî