Monday, June 16, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Di sêzdemîn salvegera destpêkirina Şoreşa Sûriyê ya gewre de

March 16, 2024
in Daxwiyanî
Reading Time: 3 mins read
A A

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Bi helkefta sêzdemîn salvegera şoreşa Sûriyê ya gewre, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî rêz û silavan arasteyî gelê me yê xweragir ê ku li dijî rêjîma Esed têdikoşe dike, û xebat û viyana Sûriyan di şert û mercên dijwar de li hemû herêmên Sûriyê bilind dinirxîne, Sûriyên şoreşger ên ku peykerê stemkarî, zordarî û bêdadiyê hilweşandin, û demgê xwe ji bo azadiyê bi awayekî aştiyane di xwepêşandanan de bilind kirin û qurbanî dan.

Di vê helkeftê de, Hevbendiya Niştimanî qurbanî û şehîdan bi bîr tîne, ew  fedakarên ku canê xwe ji bo azadî û rûmetê dan, piştî ku rêjîma Esed li dijî xwenîşandanên aştiyane derket û bersiva çiqilên zeytûnê bi guleyan, girtin û işkenceyê da, û dagirker û milîsên mezhebî anîn, û bombebarana bi bermîlên teqîner, madeyên kîmyayî û çekên cuda yên qedexekirî li ser asta navdewletî bikar anîn, û wê û piştgirên xwe sûde ji danûstandina civaka navdewletî ya sist bi biryarên 2118 (2013) û 2254(2015) û nebûna dadgehkirin û darizandinê wergirtin.

Îro ji civaka navdewletî zêdetir tê xwestin ku bi awayekî cidî û guhdaneke bêhtir bi daxwazên gelê Sûriyê yên ku ji bo bidestxistina wan serî hildaye re bide û bistîne, û bi awayekî rasteqîn û kartêker bixebite ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî, û dewleta demokratîk a ku tê de nirxên azadî, dadwerî, wekhevî û serweriya yasa serdest bin ava bike, nemaze piştî ku rêjîma Esed bi dehan qeyran li ser asta xwecihî, herêmî û navdewletî peyda kirin, û bû sedema sereke ya mezintirîn kirîza mirovî ji Sûrîyan re, û tawanên şer û yên dijî mirovahîyê pêk anîn, û bêtir ji nîvê gelê Sûrîyê koçber kirin.

  Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku cîbicîkirina çareseriya siyasî li gorî biryarên navdewletî yên navborî, take çareserîya berdewam e, û tekane rê ye ji bo vegerandina rola Sûriyê ya bibandor li ser asta herêmî û navdewletî, ku dibe alîkar ji bo parastina asayîşa navçeyî û navdewletî.

Sûrîyan salvegera şoreşê kirine helkefteke niştimanî, tê de daxwazên xwe yên rewa ji bo ruxandina rêjîma Esed û avakirina Sûriya di dilê wan de nû dikin. Ev salveger tê da ku biryara me nû bike, îradeya me xurtir bike, û berdewamiyê bide şoreşa azadî û rûmetê û rijdiya li ser parastina piransîpên şoreşê, da em bi xwîna pak a şehîdên gelê Sûriyê re wefadar bimînin, ev bîranîn pabendbûna me bi serdemeke nû û Sûriyayeke nûjen nû dike.

Ji şehîdan re rehmet, ji girtiyan re azadî.

Û vegereke rûmetdar ji derbider û penaberan re.

Silav ji gelê Sûriyê yê têkoşer re.

Bijî Sûriya azad û serbixwe.

Azadî ji gelê me yê gewre re.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan

16 adar 2024

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî gotarekê bi boneya 13emîn salvegera şoreşa Sûriyê pêşkêş dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî gotarekê bi boneya 13emîn salvegera şoreşa Sûriyê pêşkêş dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.