Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, di çalakiya ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve li bajarê El-Ra’î yê Gundewarê Helebê hate lidarxistin de, gotarek bi helkefta 13emîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê pêşkêş kir.
El-Behra di axaftina xwe de, tekez kir ku şoreşa Sûriyê ber bi serkeftinê diçe, ji ber ku ji bo mirov kar dike û daxwaza jiyaneke rûmetdar û dadwer a azad û demokrat a ku yasa têde serwer be dike, û amaje bi wê yekê jî kir ku “Bangên pêşî ên şoreşê xalek ku veger jê tune ye li dijî rêjîma Esed danî.”
El-Behra silav û rêz arasteyî tevaya gelê Sûriyê kir, ew xelkên rijd û bibiryar in ku mafên xwe bi dest bixin û azadiya xwe bicî bînin, tevî qeyranên mirovî û jiyan û aborîya xerab ên ku rewşa Sûriyê bûye sedema wan.
Û tekez kir ku bêguman sedema sereke û rasterast ji tiştê ku îro tê serê gelê Sûriyê re li welat û li penaberiyê, rêjîma Esed e, ya ku bi desthilatê ve ma û bi bermîlên teqîner û çekên kîmawî li sivîlan da, û qeyrana mirovî ya herî mezin di vê serdemê de ji tevaya gelê Sûriyê re afirand.
El-Behra her weha got: Gelê Sûriyê bi hesreta welatekî xwedan dadmendî, azadî, demokrasî û serweriya yasayê bû, û ta niha jî vê daxwazê dike, lê rêjîmê bi tawanan û astengkirina hemû hewlên çûna ber bi proseyeke siyasî ya watedar ve, krîzên mezin li Sûriyê û welatên herêmê çêkirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê kir ku em îro sêzdemîn salvegera destpêkirina şoreşa gewre bi bîr tînin, û çavên me li Siwêdaya jîndar û azad e, ya ku ji hemû cîhanê re çesipand ku tevaya gelê Sûriyê bi hesreta azadiyê ne. Xelkê Siwêda ji berî çend mehan de daxwaza xwestekên gelê Sûriyê bi giştî dikin, ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê û pêkanîna çareseriya siyasî li welat li gorî biryara 2254.
Bi vê helkeftê, El-Behra dupat kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî berhema şoreşê û qurbaniyên Sûriyan e, da bibe nûnerê wan ji bo pêkanîna daxwazên ku ji bo wan serî hildan, û vegerandina mafan û parastina berjewendiyên niştimanî yên gelê Sûriyê, li ser heman rêya Şoreşa Sûriyê ya gewre, bi armanca dabînkirina mafên qurbaniyan û gihiştina azadiyê.
El-Behra diyar kir ku aliyên nûnertiya şoreşê dikin amade ne ji bo tevlîbûna cidî di pirosesa siyasî de bi hêviya birina Sûriyê ber bi aramiyê ve û pêkanîna daxwazên gelê wê, lê belê astengkirina rêjîma Esed ji hemû hewldanên siyasî yên navdewletî re eşkere bûye, û civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî vê yekê dibînin, û niha ji wan tê xwestin ku dest ji sistbûna xwe berdin û erkên xwe yên derbarê gelê Sûriyê bicî bînin.
El-Behra ji civaka navdewletî xwest ku bi awayekî cidî û kartêker bixebite ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ya rasteqîn a cihê baweriyê ku daxwazên rewa yên gelê Sûriyê pêk bîne, serwerî, yekîtî, serxwebûn û yekparçebûna axa Sûriyê li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê hejmar 2118 û 2254 vegerîne, û mercên pêwîst ji bo vegera bi dilxwazî, ewle û rûmetdar a penaber û derbideran bo dever û xaniyên xwe yên resen peyda bike, û tekezî li ser mafê koçberkiriyan di bidestxistina xaniyekî demkî yê ewle de kir ta dema ku mercên vegera wan bicî werin.
El-Behra tekez kir ku daxwaza bingehîn û sereke ya piraniya gelê Sûriyê , serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa bi dehên hezaran ji kesên bi darê zorê hatine windakirin e, ku hîn jî tûşî êşkenceyên herî giran di qesabxaneyên mirovan ên rejîma Esed de dibin.
Her wiha tekez kir ku gelê Sûriyê hîn jî di rewşeke dûrî ya mirovan de dijîn, û ew jî wek gelên din li seranserê cîhanê hêja ye ku bi dadmendî, ewlehî û azadî bijîn, di welatekî de ku rûmeta wan biparêze û mafên wan misoger bike, û derfetan dide wan da bigihin pêşerojeke xweş û geş.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî