Li ser daxwaza Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, şandeke fermî ya Hevbendiyê sersaxîya malbata ciwanê qurbanî Ehmed Xalid Me’imo li bajarê Cindirêsê yê gundewarê Efrînê kir.
Şanda Hevbendiya Niştimanî ji hevrêzkarê nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê Necîb Rehmûn û endamê Hevbendiya Niştimanî Atif Zirêq pêk dihat.
Şanda Hevbendiya Niştimanî ji bavê ciwanê ku bûye qurbanî Xalid Me’imo re tekez kir ku Hevbendî pir rijd e li ser şopandina dosyaya kurê wî li gel dezgehên dadwerî û polîsan ta ku dadwerî pêk were û tawankar siza bibe. Û bavê ciwanê qurbanî daxwaza birîna cezayê herî giran dijî sûcdar kir.
Tê zanîn ku Hefteya borî, tawaneke hovane li bajarê Cindirêsê li gundewarê Efrînê pêk hat, dema xortekî zarokek nûgihayî bi kêrê kuşt û laşê wî avêt bîrekê, bi sedema nakokiyekê di nav wî û bavê qurbanî de, dema tawankar di firina bavê yê kuştî de dixebitî û di encama nakokiyê de ji kar hatibû dûrxistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî