Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, gereke şopandinê li ser navendên werzîşê li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê pêk anî, û serdana Rêveberiya Werziş û Ciwanan û hin deverên din kir ji bo lêkolînkirina pirojeya lidarxistina pêşbirkên Maraton li herêmê.
Cîgirê Serokê Desteya Werziş û Ciwanan di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de Ehmed El-Xetîb, endamê desteyê Samir Xinêm, serokê Federasyona Fûtbolê ya Sûrya Azad Şa’ban Cuma, û çavdêrê komîteya dîsîplînê di Federasyona Fûtbola Sûrya Azad de Raîd Milhim, hevaltiya Cîgirê Serok di wê serdanê de kirin.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmecîd Berekat, çalakî û xebatên Rêveberiya Werziş û Ciwanan li bajarê Efrînê bilind nirxandin, û tekezî li ser berdewamkirina kar kir ji bo vejandina karê werzîşê li navçeyên rizgarkirî, da çalakiyên werzişî bibin beşek ji jiyana hemû endamên civakê.
Berekat spasiya saziyên fermî yên Tirkiyê kir li ser guhdana wan bi pêşxistina werzîşê li herêmên rizgarkirî û beşdarbûna wan di biserxistina Lîga Fûtbolê li deverên Sûriyê yên azad, û mertalê spasiyê ji berpirsê werzîşê yê Tirk Mehmet Arşik re pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî