Encûmena Niştimanî ya Kurd bi amadebûna Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Abdulhekîm Beşar li pêş nûnergeha Encûmen li parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê, ahenga bîranîna 13emîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê li dar xist.
Endama Hevbendiya Niştimanî Esmehan Şêxmûs, tekezî li ser berdewamiya tekoşîna li dijî rêjîma Esed kir, piştî 13 salan ji destpêkirina şoreşa Sûriyê ya doza azadî, rûmet, demokrasî û hevwelatîbûna yeksan ji tevaya gelê Sûriyê re dike.
Wê bal kişand ser ku rêjîmê dîktatorî û stemkarî li dijî tevaya Sûriyan bikar aniye, di nav de gelê Kurd, û tawanên xwe yên hovane berdewam dike, bi avêtina bermîlên teqîner li ser serê sivîlan, gulebarankirina xelkê, bikaranîna çekên kîmawî, girtina xwepêşanderan û işkencekirina wan bi hovanetirîn awa ta mirinê.
Şêxmûs tekez kir ku Kurd beşeke bingehîn ji şoreşa Sûriyê ne, û silav arasteyî hemû gelê Sûriyê yê bi sebir û xweragir li ser axa xwe kir, tevî hemû rewşên dijwar ên ku tê re derbas dibin.
Her wiha bi rêz û hurmet behsa gelê Siwêdayê yê di xwepêşandanên xwe yên li dijî rêjîma Esed berdewam e kir, û got ku wan ji tevaya cîhanê re çesipand ku şoreşa Sûriyê zindî û berdewam e tevî hemû şert û mercên zordarî û derdeseriyan.
Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku helwestên ciddî û tund bistînin ji bo cîbicîkirina biryarên girêdayî pirsa Sûriyê, bi taybetî biryarên 2118 û 2254, ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ya daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne û beşdariyê di vegera Sûriyan de bike ji bo welat ji hemû sûriyan re ava bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî