Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Armanckirina balefirên dagîrkerê Rûsî dijî bajarê Biniş berbanga roja çarê ji cejna qurbanê binpêkirin e ji rêkeftina agirbestê re, yaku ji berî çend mehan de hatiye îmzekirin, û ew karekî terorîstî û neberpirsyarane ye.
Bombebarana Rûsî yaku kampeke penaberan armanc kir, bû sedema şehîdbûna sê sivîlan û birîndarbûna hejmarek sivîlên din, binpêkirineke metirsîdar e, heye ku deriyan li pêşiya gurkirinên mezin veke, bi taybetî ku ew beşek e ji helmeteke bombebarana bejayî û asîmanî yên di rojên bûrî de li ser hejmarek ji gund û bajarokên başûrê Idlibê pêk hatin, û bû sedema rûdana tevgereke derbideriya nû li deverê.
Ji Aliyên navdewletî yên kartêker tê xwestin ku kar ji bo rawestandina van tewanan bikin, ji ber ku gefê didin rêkeftina agirbestê, daku tewş têkneçe, û jiber ku ew ne di bercewendiya kesî de ye.
Rejîm û hevalbendên wê hewl didin ku rewşê aloztir bikin daku karvedana civaka navdewletî bibînin, lewra ew civak jî radihêje perpisyariyê di vî warî de.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji ancaman dide, û ji nû de tekez dike ku dê hemû di ber encamên van hewldanên berdewam û bandorên wan de berpisyar bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
3 Tebaxa 2020