Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, civînek awarte li gel Endamîn Encûmena Rêvebiriya Saziya Awarte ya Sûrî li Emerîka lidar xist, û pê re hejmarek ji pirsên girîng nemaze pirsa nûnerekî nû ji Hevbendiya Niştimanî re li Emrîka û doseya cîbicîkirina Yasaya Qeyser gengeşe kirin.
Û di civînê de Serokê Hevbeş yê Komîta Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehre, û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamê Desteya Giştî Ebdilîlah Elfehed amade bûn.
Û herdû aliyan li ser girîngiya liveke lezgîn û xurtkirina karê hevbeş di tevaya waran de ji bo bilindkirina asta pêwîstiya doseya Sûrî li pêşiya Rêvebiriya Emrîkî tekez kirin, û handana wê da mîkanîzmeke kartêker bibîne ji bo piştgiriya doza gelê Sûriyê di pêkanîna dewleteke demoqratî de û sizakirina tewanbaran.
Û herdû aliyan cextî li ser girîngiya cîbicîkirina Yasaya Qeyser bi hemû bendên xwe ve kirin, û bi hev re behsa pêngavên nû yên divê werin avêtin, daku Washington hejmarek nû ji cezeyan dijî rijêma Elesed û siponserê wê ferz bike kirin.
Û amedebûyan li ser rola nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Emerîka û girîngiya hevrêziyê li gel Revenda Sûrî li wir axifîn, bi armanca piştgiriya şoreşa Sûriyê, û piştgirîya rasteqîn ji rêveberiya Emerîkî û Kongirêsa Emerîkî bistînin, ji bo çalakkirina pirosesa siyasî li gorî çareya siyasî nemaze biryara 2254 .
Û herdû aliyan li ser rewşên meydanî li deverên rizgarkirî axifîn, bi taybetî pêdviya pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî ji koçber û derbideran re, û di cîbicîkirina rêşûnên xweparastinê ji Vîrosa Korona re alîkar be, û piştgiriya pilana Wezareta Tendirustî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de di rûbirûbûna nexwaşiyê de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî