Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Nûçeyên ku her dem derbarê pirosesên kuştinê li devera rojhilat ji Sûriyê di vê dema dawî de, bûne wek diyardeyekê, û ev tewankarî bûye gurkitinek metrsîdar.
Hevbendiya Niştimanî milîsên PYD di ber van tewankariyan de berpirsyar dibîne, ji ber ku ew desthilata defakto ye û dest daniye ser deverê, û ji ber lîsteya wê ya dagirtî bi kuştin û terorkirin û işkencekirin û girtin û koçberkirinê.
Şarezayî û bînfirehbûna şêxên eşîran ta niha nehiştiye agir gur bibe, nemaze ku hejmarek ji xwiyayî û rûsipiyên eşîrên Ereban di wan pirosesan de hatine kuştin.
Ev bêserûberiya ewlekarî û kuştina dibe armanc jê ew e ku serê xelkê tevlîhev bikin da nema guh bidin tiştê li deverê dibe, wek guhertina demografî û destdanîna ser samanên welat û koçberkirin û siyasetên nijadî yên dibin, û pirbûna girtinan û leşkrtiya neçar.
Çênabe ev pirosesên kuştinê ji rewşa giştî bên cudakirin,nemaze di dema pirbûna bîntengbûna xelkê yên ku rêbazên xwendinê yên adyolojîk ên ku wan milîsan ferz kirine ret dikin, û retkirina giştî ji rêkeftinên petrolê re yên ku dixwazin dest deynin ser samanên deverê û xelkên wê jê bêpar bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
04 tebaxa 2020