Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro tawaneke cengê ya nû bû egera jidestdana jiyana sivîlan ji encama bombebarankirina deverên di bin kontirola hêzên rêjîma Esed û milîsên PYDê yên terorîst de li ser bajarê Babê li gundewarê Helebê, bi armanckirina mizgeftekê û navendên jiyanê yên ku hejmarek mezin ji sivîlan lê dijîn û bû sedema şehîdbûna du sivîlan û birîndarbûna 18 kesên din, ku bû tawaneke cengê ya şermezarkirî ya bi armanca têkdana aramiyê li navçeyên rizgarkirî, û dê bibe sedema gurkirina şerê leşkerî, zêdekirina azarên sivîlan û çêbûna pêlên nû yên koçberî û penaberiyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hişyariyê dide li ser vê gurkirina metirsîdar û binpêkirinên giran, û tekez dike ku ev binpêkirin nîşan in ku rêjîma Esed destê milîsên terorîst ji wan re berdaye ji bo bikaranîna wan di pêkanîna tawanan de û berdewamkirina bijardeya leşkerî bêyî ku guh bide daxwazên navdewletî yên bi salane tên kirin ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî sivîlan û tevlêbûna proseya siyasî, û ev yek civaka navdewletî dixe bin barên cidî de ji bo aktîvkirina dosya dadpirsîn û hesabxwestinê li ser bingeha rapor û nîşanên belgekirî yên piştrast dikin ku wê bi hezaran tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê pêk anîne, her weha Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku pêwîste alîkarî were birrîn ji ser milîsên girêdayî rêxistina PKKya terorîst yên ku di binpêkirinên giran li dijî sivîlan de berdewam in, nemaze bombebarankirina dubare, leşkerkirina zarokan û siyasetên serkutkirin û çewisandinê li dijî xelkê.
Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê dike ku astengkirina rêjîma Esed û hevkar û alîgirên wê ji çareseriya siyasî re li Sûriyê, divê bi tundî û mîkanîzmên navdewletî yên bibandor were bersivdan ji bo bidestxistina pêşketinan di pêvajoya siyasî de li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê yên girêdayî Sûriyê. bi taybetî biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013), ji bo avakirina Sûriya ku gelê wê dixwaze, dewleteke dadmendî, azadî û demokrasiyê ku mafên welatiyên xwe biparêze, azadî û rûmeta wan garantî bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
24 mijdar 2024