Daxuyaniya Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di “Roja Navdewletî ya Nehiştina Tundûtûjiya dijî Jinan” de, tekezîyê li ser giringiya parastina jinan ji hemû cureyên tundûtûjiyê dike, wek stûna bingehîn a her civakê û pêwîstiya parastina jinên Sûriyê û dabînkirina hemû mafên wan li Sûriya ku gelê wê bi salan e ji bo wê têdikoşe, wek pêşinde ji xwe re dibîne , û cextiyê dike li ser ku jina Sûriyeyî ji berê de û ta niha jî bûye qurbanî ji kiryarên serkutkirinê re yên ku rijêma stemkar di cenga xwe ya li dijî gelê Sûriyê de bikar tîne.
Ev helkefta ku em tê de diyar dikin ku binpêkirinên giran ên rêjîma Esed bi şêweyên cur bi cur li dijî jinan û gelê Sûriyê bi giştî, ên ku digên asta tawanên cengê, bi rêya îşkence, koçberkirin û ziyanên derûnî û laşî, civaka navdewletî datîne pêşiya erkên wê ji bo parastina jin û mêrên Sûriyê û bilezkirina çareseriya siyasî ya ku Sûriyê ji gelek karesat û qeyranan rizgar dike, bi rêya cîbicîkirina biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013) ên Encûmena Ewlekariyê, herweha dadpirsîna rejîmê û her aliyekî ku binpêkirinên li dijî jinên Sûriyê û gelê wê bi tevahî pêk aniye, pêwîstiyeke lezgîn e ku çênabe rizgarbûn jê hebe ji bo dabînkirina gihiştina aştiyeke domdar li Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî pabendbûna xwe bi mafên jinan û dabînkirina wekheviya wan tekez dike, û bi vê helkeftê serbilindiya xwe bi jinên Sûriyê diyar dike, ew jinên bi wêrekî û dilsozî têdikoşin û zehmetiyan dikişînin ji bo welatekî ku tê de jin û mêrên Sûrî di bin siya azadî, dadmendî, demokrasî û mafên mirovan de bijîn.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
25 mijdar 2024