Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tawana cengê û Tawana li dijî mirovahiyê ya ku hêzên dagîrker ên Israîlî pêk anîne di riya armanckirin û bombebarankirina Nexweşxaneya Elehlî Elme’medanî li Gazayê bi awayekî rasterast re, ku bû sedema şehîdbûna bi sedan kesên bêguneh, hevdemî li gel berdewamiya êrîş û bombebarankirina taxên sivîlan li seranserê Gezayê şermezar dike.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku tawana bombebarankirina Nexweşxaneya Eehlî Elme’medanî tawaneke cengê ye, û tawaneke li dijî mirovatiyê ye, û êrîşeke eşkere ye li ser xalên yasaya navdewletî û yasaya mirovî ya navdewletî, û hişyariyê dide ji berdewamiya bêdengiya civaka navdewletî derbarê tiştê ku li Gazayê çêdibe, ji komkujiyên tirsnak ên ku navê tawana qirkirinê li wan tê kirin, dermafê gelê Filestînê yê bira li ser destê dagîrkerê Israîlî pêk tên.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, ji civaka navdewletî dixwaze ku civîneke awarte ya Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî li dar bikeve, da ku biryarên pêwîst ji bo rawestandina van tawanan û dabînkirina parastina bilez ji sivîlan re bistîne, û ji rêxistinên navdewletî dixwaze ku hemû fişarên berdest ji bo rawestandina dijminkariya li dijî gelê Filestînê yê bira bikar bînin, û pabendiyê bi yasayên navdewletî û prensîbên mirovî bikin, û hewldanên dagîrker ên koçberkirna bi kotekî ya xelkê Gezayê têk bidin.
Sersaxî ji gelê Filestînê yê bira re
Dilovaniya xwedê li kesên bêguneh ên şehîd ketine be
Em ji birîndaran re saxlemiya lezgîn dixwazin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
17 çirîya pêşîn 2023