Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedr Camûs, di riya pêwendiyeke vîdyoyî re li gel Şandera Brîtanya bo Sûriyê Anna Snow, dawîtirîn pêşhatên dosya Sûriyê gotûbêj kirin.
Û di wê pêwendeyê de, Serokê Desteyê tekezî li ser giringiya pêşdebirina piroseya siyasî û lîstina dewletên dostên gelê Sûriyê ji rola xwe ya rasteqîn re di piştgiriya piroseya siyasî û cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 de kir.
Û Serokê Desteyê cext kir ku çênabe rê bidin rijêma Esed ku gurkirin û bombebarana hovane û kiryarên leşkerî li dijî gelê Sûriyê li bakur pêk bîne.
Û Camûs spasiya Şandera Brîtanya li ser helwestên Hikûmeta Birîtanya yên piştgiriya doza gelê Sûriyê da ku bighêje azadî û dadweriyê kir.
Û Snow careka dî helwestên welatê xwe yên piştgirîkirina pirosesa siyasî li gor biryarên navdewletî û berdewamiya wan di piştgiriya siyasî û mirovî û yasayî ya doza Sûriyê de nû kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî