Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya niştimanî ya Sûriyê spasiya welatên bexşîner kir li ser sozên ku di dema kongirê Brûkselê yê heştemîn de (27ê gulanê. , 2024) dane derbarê berdewamiya pêşkêşkirina piştgiriyê ji Sûriyên li Sûriyê û welatên penaberiyê re, ji bo beşdariyê di çareserkirina beşekî ji qeyranên mirovî yên ku gelê Sûriyê ji wan re derbas dibe de bikin, û di heman demê de Hevbendî tekezîyê li ser pêwîstiya belavkirina alîkariyan li ser herêmên Sûriyê bi şêweyekî dadmendane dike, bi berçavgirtina lêkolînên belgekirî yên ku gendeliya sîstematîk di birêvebirina alîkariyên digihêjin deverên di bin kontrola rêjîma Esed de nîşan dide. Ji bo vê yekê pêwîstî bi dîtina mekanîzmekê heye ku rê bigire li ber gihandina alîkariyên ku dighêjin milîsên bi rêjîma Esed re di kuştina Sûriyan de beşdar in.
Hevbendiya Niştimanî hêvî dike ku ev alîkarî bigihêje kesên ji bo wan hatine şandin, û welatên bexşîner pabend bin bi sozên ku ragihandine, nemaze ji ber ku rêjeya sozên ku hatine dayîn li gorî salên borî kêm bûye, û ew alîkarî pir ji hewcedariyên mirovî yên rastîn kêmtir e, û rêjeya bicihanîna sozan di salên borî de jî kêm bû, ku bû sedema mezinbûna êş û azarên mirovî li bakurê rojavayê Sûriyê li ser asta xwarin, tenduristî û xwendinê, û girtina gelek saziyên tenduristî û navend û nexweşxaneyên ku xizmeta bi milyonan Sûrî dikirin, ew sûriyên di bin xeta hejariyê de dijîn.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko çareseriya ji kok de ji bo karesatên mirovî yên ko rêjîma Esed li Sûriyê peyda kirine, bi dîtina riyên bibandor e ji bo cîbicîkirina çareseriya siyasî ya ku karibe berdewam bimîne bi riya bicîanîna biryarên Encûmena Ewlekariyê re, bi taybetî biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013). ji ber ku cewhera kirîza mirovî li Sûriyê siyasî ye, û dê rewşa nearam li Sûriyê û deverê berdewam be eger dosya siyasî ya Sûriyê neyê çareserkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
28 gulan 2024