Daxuyaniyek Rojnamegerȋ
Așȗriyȇn Suryan Li Sȗryayȇ ȗ cȋhanȇ, di yekȇ Nȋsanȇ de her sal, bi cejna sersala Babilȋ Așȗrȋ ku bi navȇ ” Ekȋto” tȇ naskirin ahengan lidar dixin, ȗ li gor roznameya Babilȋ Așȗrȋ ȋroj yekem roj ji rojȇn sala Babilȋ Așȗrȋ 6765 e.
Ji ber siyasetȇn rejȋmȇn zordar, di qonaxȇn bȗrȋ de, ȗ pȇrabȗnȇn hewldanȇn pişaftin ȗ dȗrkirina wan ji nasnameya wan ya taybet ȗ amadebȗna wan ya niștimanȋ ya kevnar, ev helkeft li gel netewa Așȗrȋ Suryanȋ bȗye cejnek netewȋ, serfirazȋ ȗ hezkirina wan ji rizgarkirina ji nȋrȇ zordariyȇ, ȗ tȇkoșȋna wan bo çesipandina mafȇn wan di mukurhatina bi hebȗn ȗ nasnameya wan ya netewȋ mȋna pȇkhatiyek Sȗrȋ resen di bin siya yekȋtiya Sȗrȋ bi xak ȗ milletȇ wȇ tȋne ziman.
Bi navȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ , em xweșiktirȋn pȋrozbahȋ ji xelk ȗ birayȇn me yȇn Așȗriyȇn Suryan li Sȗryayȇ ȗ cȋhnȇ bi helkefta cejna wan ya netewȋ pȇșkȇș dikin, em ȇ bi hev re hewl bidin ku cejneke Sȗrȋ gewre be, bibe helkeft ȗ cejn bo hemȗ rengȇn pȇkhatiyȇn Sȗrȋ, ȇn ku nȋșana kevnarȋ ȗ dewlemendiya milletȇ Sȗrȋ ji serdemȇn berȇ de.
Bi vȇ helkeftȇ, em piștgiriya xwe ji birayȇn xwe re yȇn ji gundȇn Xabȗr girtȋ ne nȗ dikin, em berdewamiya șoreșa xwe tekez dikin, șoreșek bo hemȗ milletȇ Sȗrȋ, bi hȇz ȗ israr, ȗ hevpariyek niștimanȋ ya tekȗz, ta pȇkanȋna hȇviyȇn milletȇ me, ȗ armancȇn șoreșa pȋroz, bo azadȋ ȗ rȗmetȇ.
Mihemed Yehya Mektebȋ
Razgirȇ Giștȋ ȇ Hevbendiya Niștimanȋ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ
2ȇ Nȋsanȇ 2015