Duh 1 Nîsanê, şerekî tund di navbera hêzên YPG yên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqrat ve û çekdarên DAIŞ li bajarokê Tiltemir rûda û gelek topên Hawin ku ji gundên Tilşamîran û Xêbiş dihatin avêtin bi ser bajarok de ketin.
Ebdulah Ne’imo Endamê Encumama xwecihiya Tiltemir ji me re got” YPGe êrîşî gundên Tilhifyan û Tilnesrî kirin û xistin bin kontrola xwe de, lê ji gundê Tilnesrî vekişiya bi sedema ku DAIŞ di piraniya malên gund de bumbe çandine”.
Her wiha Ne’imo da zanîn ku “roja 31 Adarê Hilîkopterek cengê baregehên DAIŞ li gundên Xêbiş û Tilnesrî topbaran kir”.
Ji hêla xwe ve çalakvanê siyasî Selman Meyro ku li Tiltemir dimîne ji me re got ku “çûn û hatina du firokeyan li ser bajarokê Tiltemir û derdorên wê hebû, lê wan tu dever armanc nekirin”.
Di heman demê de Meyro tekez kir ku 6 topên hawin bi ser bajarok de ketin.
Tê zanîn ku bajarokê Tiltemir ji nişteciyên xwe vala bûye ji sedema şer û pevçûnên kû di
navbera hêzên YPGe û DAIŞê de dibe.
Jêder : Hevbendî