Artȇșa Sȗrȋ a Azad dest danȋ ser deriyȇ “Nesȋb” ȇ sȋnorȋ bi Urdinê re, piștȋ ku duh șoreșgeran cenga ” Ev Tolhildanȇn Girtiyan Ne” destpê kirin bo rizgarkirina derȋ, ȗ bi wȇ dest danȋnȇ Artȇșa Azad hebȗna hȇzȇn Esed ȗ milișiyȇn wȋ li rȋbana sȋnorȋ bi Urdinȇ re li hemȗ parȇzgeha Dera`yȇ bidawȋ dike.
Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ pesnȇ rola lehengȋ da ya ku ” șoreșger li hemȗ eniyan li Sȗryayȇ pȇ radibin di riwȇ alavȇn kuștinȇ ku rejȋma Esed bi ser milletȇ Sȗrȋ de dike, serkeftinȇn berdewam bidest dixin, ȗ erkȇn xwe di dijwartirȋn rewș de bi tekûzî pȇk tȋnin”.
Berdevkȇ fermȋ Salim El –Mislit di daxuyaniya xwe de ȋroj got:” Piștȋ rȇzgarkirina Idlibȇ bi giștȋ ji destȇ rejȋma Esed ȗ milișiyȇn pȇ ve girȇdayȋ, șoreșgerȇn Bașȗr ȋroj bi rizgarkirina deriyȇ “Nesȋb” yȇ dawȋ ji rejȋmȇ re bi Urdin re li parȇzgeha Der`ayȇ destkeftiyek nȗ pȇșkȇș dikin”.
Navȇ cengȇ” Ev Tolhildanȇn Girtiyan Ne ” wek bersivekȇ li ser tawanȇ derheqȇ girtiyȇn Sȗrȋ di zindanȇn rejȋma Esed ȗ alavȇn wî yên ewlehiyȇ ne, ku di vȇ dema dawȋ de gelek wȇne yên girtiyȇn ku di bin ișkencȇ de jiyana xwe ji dest dane derketin.
Herweha Hevbendiyȇ ji “Dewletȇn dost xwest ku pirsyariya xwe derheqȇ milletȇ Sȗrȋ ȗ piștgiriya wȋ di vȇ qonaxa hestyar de ji dȋrokȇ hilgrin”.
Hevebendiyȇ baweriya xwe bi ” Hȇzȇn șoreșȇ nȗ kir, ku bi nerȋn ȗ exlaqȇn wȇ dikin, ȗ rȇzȇ ji peyman ȗ belgeyȇn navdewletȋ dike, ȗ sozê dide bo berevaniya berdewam li ser asta siyasȋ di ber de bike ta rȗxandina rejȋma Esed”.
Jȇder: Hevbendȋ