Hevbendiya Niştimanî Sûrî mixabiniya xwe da li ser daxuyaniya wezîrê derve yê Tûnisê ya doh di kongirê rojnamevanî de got ko ewê peywendiyên diblomasî bi rêjîma Esed re vedigerînin.
Hevbendiyê bêtir got ko ev biryar hat digel ko Rêjîma Esed asta kuştaran di derheqê miletê Sûrî de li hemû xaka Sûriyê bêtir kiriye. Û hêj malên xelkê bi ser serê wan de wêran dike û wan koçber dike.
Her wiha Hevbendiyê behetîbûna xwe ji dana evê biryarê re da xuyakirin. Çimkî gerek hemû Dewletên Erebî û yên Heval bêtir sûr bin li ser rawestandina peywendiyan bi Rêjîma Esed re ya ko di kuştin û wêrankirinê de bûye Mafyake mezin.
Tê zanîn ko ev biryara jinişkave, berevajî biryarên Komkara Erebî yên hejmar 7510 û 7438 yên ko dozê dikin Peywendiyên diblomasî bi Rêjîma Esed re bêne rawestandin û Balyoz ji Şamê bên vekişandin.
Jêder: Hevbendî