Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî mixabiniya xwe da li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tûnisê ya ko di kongirê rojnamevanî yê di 2Nîsanê 2015an de lidar xist û got ewê peywendiyên diblomasî bi rêjîma Esed re vedigerînin.
Ev biryar hat tevli ko Rêjîma Esed asta kuştaran di derheqê miletê Sûrî de li hemû xaka Sûriyê bêtir kiriye. Û hêj malên xelkê bi ser serê wan de wêran dike û wan koçber dike.
Hevbendî behetîbûna xwe ji dana evê biryarê re dide xuya kirin. Çimkî gerek hemû Dewletên Erebî û yên Heval bêtir sûr bin li ser rawestandina peywendiyan bi Rêjîma Esed re ya ko di kuştin û wêrankirinê de bûye Mafyake mezin.
Tê zanîn ko ev biryara jinişkave berevajî biryarên Komkara Erebî yên hejmar 7510 û 7438 yên ko dozê dikin Peywendiyên diblomasî bi Rêjîma Esed re bêne rawestandin û Balyoz ji Şamê bên vekişandin.
Dilovaniya Xwedan ji bo Pakrewanan
Saxlemî bo Birîndaran
Azadî ji bo Girtiyan
Bijî Sûriyê azad û bijî miletê wê azad û serfiraz
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
3 Nîsan 2015