Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi helkefta cejna Newrozê, pîrozbahîya gelê Sûriyê bi giştî û gelê me yê kurd bi taybetî dike. Newroza ku sembola azadî û rizgarbûna ji zilm û stemkariyê ye, semolîya wê hevbeş e li gel daxwazên şoreşa Sûriyê yên dadmendî, azadî, demokrasî û hemwelatîbûna wekhev.
Di vê helkeftê de, Hevbendiya Niştimanî tekezîyê dike li ser pêwîstiya hevkariyê di navbera tevaya pêkhateyên gelê Sûriyê de ji bo parastina tevna civakê û yekrêziya niştimanî, û girtina rê li ber rêjîma Esed, milîsên PYDê yên tirorist û rêxistinên terorîst ên ji paş sînoran hatine û her aliyekî dîtir, da nehêlin ew pilanên xwe pêk bînin û parçebûnê di nav gelê Sûriyê de peyda bikin, û baweriya xwe ya neguhêr anî ziman derbarê ku avakirina Sûriyeya paşerojê divê bi hevbeşiya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de be, di bin siya nasnameyeke niştimanî ji tevaya sûriyên ku şehnaziyê bi hemerengiya netewî û çandî û olî dikin re .
Bi vê helkeftê, Hevbendiya Niştimanî tekezîyê li ser berpirsiyariya giştî ya tevaya Sûriyan di avakirina dewletê de li ser bingeha dad, wekhevî û rêzgirtina mafên mirovan, û dabînkirina ewlehî û aramiya Sûriyê li gor pransîpa pêkvejiyana aştiyane, yekîtiya niştimanî û diyalogê, her weha tekez dike ku pîrozkirina vê cejnê mafekî resen ê gelê me yê kurd e, û ew cejneke niştimanî ye û ji aliyê tevaya gelê Sûriyê ve li seranserê welat tê pîrozkirin.
Newroz pîroz be.
Her sal bi xweşî be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
21 adar 2024