Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiya dayîkên Sûrî dike bi helkefta Roja Dayikê û şanaziya xwe bi rola wê diyar dike, ji ber ku jina sûrî li hember neheqiyê serî hilda û dengê xwe li hember kiryarên hovane yên rêjîma Esed ên li dijî xelkê bilind kir, û bû sembola xweragirî, fedakarî û moralên bilind, tevî rewşa şer a tirsnak û krîzên li pey hev ên wî şerî peyda kirine.
Dayikên sûrî hevparekî bingehîn bû di şoreşê de û bi awayekî erênî di warên cuda yên jiyanê de beşdarî kir. Ew qurbaniya tawanên rêjîma Esed bû, girtî bû, şehîd ket, koçber bû an derdê kuştina xizmekî xwe dikşand, van fişaran tevan jî nikarîbûn wê ji têkoşîn û berxwedanê dûr bixin, tevî ku barekî zêdetir li ser milê wê heye ew jî perwerdekirina nifşê paşeroja Sûryê ye .
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku dayîk yek ji stûnên bingehîn ên Sûriya paşerojê ya ku sûryeyî di ber de şer dikin e, ji ber karîna wê ya danê di warên cuda yên jiyanê de, tevî şert û mercên dijwar ên ku rêjîma Esed li ser hemû Sûriyan ferz kirine ji berî 13 salan de heta niha.
Hevbendiya Niştimanî bawer e ku mafê dayîka Sûriyeyî di jiyaneke rûmetdar, azad û ewle, û bidestxistina xizmetguzariyên bingehîn, garantîkirina mafên jinan, parastina ji tundûtûjî û newekheviyê, û bihêzkirina wê di warê civakê , siyasî, aborî û çandî de heye, herweha tekeziyê li ser piştgiriya xwe ya tam ji dayikanre re dike ji bo pêkanîna serkeftinan di hemî waran de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
21 adar 2024