Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi helkefta hatina Cejna Qurbanê ya (1444), germtirîn pîrozbahiyên xwe ji gelê Sûriyê yê li her derên cîhanê û gelê ereb û yê musliman re pêkêş dike, û ji xwedê hêvî dike ku cejna bê gelê sûriyê serkeftî û azad û rizgarbûyî be, û birayên me di ewlehî û aramiyê de bin.
Hevbendiya Niştimanî şanaziya xwe tîne ziman bi qurbaniyên ku gelê Sûriyê yê gewre ji bo azadî, pêdarî û derbaskirina wî ji tundtirîn şert û mercên dijwar re bi hêviya jiyana di welatekî ku azadî lê misoger be û rûmetê biparêze, û derbaskirina hemû astengiyan.
Hevbendiya Niştimanî careke din pabendbûna xwe tîne ziman bi piransîpên şoreşa Sûrî ya gewre heta pêkanîna hemû armancên wê û derxistina hemû girtiyên di zindanên rijêma Esed de û gihiştina Sûriyeke azad a ku têde demokrasî serdest be, û ji sûriyan re dadperwerî û rûmet û jiyana ewle pêk were, dûrî tawankariya rijêma stemkar.
Em vê cejnê li tevaya pêkhatên gelê Sûriyê pîroz dikin, û hersal bi xêr û xweşî bin, bijî Sûriya û bijî gelê wê yê azad û payedar.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
28 hezêran 2023