Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, biryara Encumena Giştî ya Netewên Yekbûyî ya ku duh (29/6/2023) derketiye ji bo damezrandina saziyeke serbixwe ya têkildarî diyarkirina çarenivîsa wendayan li Sûriyê bilind dinirxîne, û tekeziyê li ser hevkarî û piştevaniya xwe ji her hewleke serbestberdana girtîyên Sûrî û kesên bi darê zorê di zindanên rijêma Esed de winda bûne dike, û roniyê dide ser van xalan:
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser pêwîstiya girêdana vê mîkanîzmê bi dosya eşkerekirina cihên kesên bi darê zorê winda bûne û serbestberdana wan li gorî biryara 2254an dike, û girêdana wê bi dosya dadpirsînê re, bi sedema tundî, îşkence û binpêkirinên hovane yên ku girtiyên Sûrî di zindanên rijêma Esed de rastiyê tên, yên ku rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan weke “Qesabxaneyên Mirovan” binav dikin.
Dosya girtiyên Sûrî dosyayeke di ser danûstandinê re ye, û em red dikin ku rijêma Esed wê weke kartekê ji bo keysebaziya siyasî û bidestxistina destkeftan bikar bîne, û em daxwaz hewlên cidî ji bo serbestberdana girtiyan dikin, û eşkerekirina çarenûsa wan tenê têra çareserkirina rewşa wan nake.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê dike li ser hebûna mîkanîzmeke rêgir, a rijêma Esed neçar bike ku hevkariyê li gel Saziya Taybet bi Kesên Winda bike, nemaze ji ber ku diyar bû ku rijêmê di salên bûrî de karê Komîteyên Navdewletî yên Serbixwe asteng dikir, bi taybetî komîteyên têkildarî bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê.
Daxwaza serbestberdana girtiyan û kesên bi darê zorê di zindanên rijêma Esed de, daxwazeke kevin a ku herdem nû dibe ye, ji ber ku hejmara girtiyên belgekirî li gorî serhejmariyên mafnasî (Tora Sûrî ya Mafên Mirovan) zêdetir ji 250 hezarî ye, nemaze ku rijêma Esed hîn jî binçavkirin û revandinê weke amûreke tepeserkirinê û bendkirina azadiya nêrînan bikar tîne.
Hevbendiya Niştimanî spasiya her kesê ku beşdarî di derxistina vê biryara giring de kiriye dike, û daxwaza xurtkirina bizavên navdewletî dike ji bo bidawîkirina tirajîdiya Sûriyan, ya ku ji rijêma Esed û hevalbendên wê sedemên wê yên sereke ne, û piştgiriya dosya dadpirsîn û dadgehkirinê û pêkanîna veguhestina siyasî li gor biryara 2254 bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 hezêran 2023