Hevrêzkarê Ofîsa Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Selîm Idrîs, îro duşemê, raporek ji Desteya Siyasî re pêşkêş kir, têde li ser rewşa penaberên Sûrî bi giştî, û derdeseriyên girtiyên Sûrî li Libnanê bi awayekî taybet, axivî.
Û raporê bal kişand ser ku amûrên ewlekariyê yên Libnanê hîn di helmetên binçavkirin û dersînorkirina penaberan de berdewam in, tevlî ku 20 rêxistinên Libnanî û Navdewletî dijî wan rêşûnan derketine, û bal kişand ser ku Hikûmeta Libnanî pirograma Komîseriya Bilind a Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Penaberan derbarê alîkariyên darayî asteng kiriye.
Û raporê bal kişand ser derbiderbûna ji bajarê Cisir Elşixûr û derdora wî çêbûye piştî ku balefirên cengê yên Rusya hejmarek ji deverên bakur û rojavayê Sûriyê armanc kirin, û di encamê de zêdetir ji 11 sivîlan bûn qurbanî û 34 jî birîndar bûn.
Û raporê rewşa kampa Elrukban ya penaberan û çawaniya gihandina alîkariyan bo xelkên wê ji hêla Rêxistina Sûrî ya rewşên awarte ve anî ziman, û got ku Rêxistina Sûrî ya Rewşên Awarte yekemîn rêxistin bû ku alîkarî yekser gihandin kampê, tevî ku civaka navdewletî nikarîbû bersiva hewara niştecihên kampê bide.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî