Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, diyar kir ku 501 sivîl li Sûriyê di nîvê yekemîn ji sala 2023an de, derveyî çarçoveya yasayê hatine kuştin, û bal kişand ser ku di heyva hizêrana bûrî de kuştina 118 kesan hatiye tomarkirin, 15 zarok, 19 jin û 4 qurbaniyên ji ber îşkenceyê di nav wan de hebûn.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe ya ku duh derketiye de, got ku rijêma Esed 62 sivîl kuştine, 5 zarok û 4 jin di nav wan de hebûn, û hêzên Rusya 5 zivîl kuştine, û rêxistina DAIŞa terorîst sivîlek kuştiye, û Heyet Tehrîr Elşam 7 sivîl kuştine, 2 jin di nav wan de hebûn, û raporê kuştina 20 sivîlan li ser destê milîsên PYDe yên terorîst, 5 zarok û 2 jin di nav wan de hebûn, belge kir, û kuştina 409 sivîlan li ser destê aliyin din belge kiriye, 61 zarok û 34 jin di nav wan de hebûn.
Û raporê bal kişand ser ku hejmara qurbaniyan li parêzgeha Deraayê di nîvê yekem ji vê salê de ya herî bilind bû (25% ji tevaya hejmara qurbaniyan bû), û di pey re Dêra Zorê bi rêjeya nêzîkî 22% hat, û herdû parêzgehên Hema û Helebê bi rêjeya nîzîkî 12% bûn, û bêhtirê van qurbaniyên li parêzgehan li ser destê aliyin nenas hatine kuştin.
Û raporê di heyva hizêranê de, kuştina 118 sivîlan belge kir, 15 zarok û 19 jin di nav de hebûn, 8 sivîlên zarokek û jinek di nav wan de hebûn, li ser destê hêzên rijêmê hatin kuştin, û 5 sivîl li ser destê hêzên Rusya, û 4 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hatin kuştin, du jin di nav wan de hebûn, û kuştina sivîlekî li ser destê Hvpeymana Navdewletî, belge kir, û raporê kuştina 100 sivîlî, 14 zarok û 16 jin di nav wan de hebûn, li ser destê aliyin dîtir, tomar kiriye.
Û raporê anî ziman ku di nav qurbaniyan de 3 kadroyên bizîşkî hebûn, jinek ji wan li ser destê rijêmê di nîvê yekem ji vê salê de hatin kuştin, û kuştina yek ji kadroyên ragihandinê û yek ji kadroyên Berevaniya Sivîl li ser destê aliyên dîtir, tomar kir.
Û raporê di nîvê yekem ji vê salê de kuştina 20 kesan bi sedema îşkenceyê, zarokek û jinek di nav wan de hebûn, 6 ji wan li ser destê hêzên rijêmê , 4 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, jinek di nav de hebû, û 5 li ser destê milîsên PYDe, zarokek di nav de hebû, û 5 kes li ser destê aliyên dîtir hatibûn kuştin, belge kir, û li gorî raporê kuştina 4 kesan ji ber îşkenceyê di heyva hizêranê de, jinek di nav wan de hebû, hat belgekirin, her weha 12 komkujî di nîvê yekemîn ê vê salê de belge bûn.
Û raporê tekezî li ser pêwîstiya rawestandina operasyonên bêserpûber û armanckirina deverên niştecihan û nexwaşxane û dibistan û bazaran ji hêla rijêma Esed ve, û rawestandina operasyonên îşkenceyê yên ku bûne sedema mirina bihezaran welatiyên Sûrî di hundir navendên girtîgehê de kir, û ku rijêm pabendiyê bi biryarên Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî û yasaya mirovî ya naskirî bike.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporê de cextî li ser pêwîstiya veguhestina dosya Sûrî bo Dadgeha Tawanên Navdewletî û sizakirina tevaya kesên tevlî tawanan bûne kir, tevî rijêma Rusya ya ku hate çespandin ku tawanên cengê pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî