Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi boneya Cejna Qurbanê, pîrozbahiya gelê Sûriyê û umeta ereb û ya misilman dike, û ji Xwedayê mezin daxwaz dike ku bi ewlehî û aramî û serkeftin û rizgariya ji rêjîma Esed û tevaya milîsên terrorîst vegere, û li umeta me ya ereb û ya misilman bi xêr û geşepêdan û hêzdariyê vegere.
Hevbendiya Niştimanî rêz û hurmetê ji gelê Sûriyê re diyar dike li ser tekoşîn û xweragiriya wî ya bi dirêjiya yanzdeh salan li hember amûra kuştin û tawankariyê, û bi vîn û rijdî berxwe dide daku bighêje armanca herî nirxdar, bi hêviya ku Sûriyeke nû li ser binyada azadî û dadmendî û rûmetê bêyî rêjîma Esed a tawanbar ava bibe.
Rêjîma Esed û hevalbendên wê cejnên Sûriyan kirine rawestgehên bîranîna xem û êşaan, ji ber ku ev rêjîma tawankar bûye sedema kuştin û girtin û wendakirin û bombebarankirinê, li gel bêdengiya civaka navdewletî derbarê tawanên dubarekirî dermafê tevaya gelê Sûriyê.
Silav ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bo gelê Sûriyê yê gewre yê xweragir, yê bi sebr û deyax pêgiriyê bi şoreşê û pirensîpên wê dike, tevî hemî rewşên xerab ên derdorê, û hêviya me ew e ku em cejna dahatî bi serkeftin û kêfxweşî li ser xaka Sûriya azad li dar bixin.
Dilovanî li giyanê pakrewanan, saxlemî bo birîndaran û azadî bo girtiyan
Bijî Sûriyê û bijî gelê me yê azad û xweşewîst
Her sal hûn di xêrê de bin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
9 tîrmeh 2022