Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku VETOyê ku Rûsiya dijî biryara dirêjkirina mîkanîzma veguhestina alîkariyên mirovî bo Sûriyê di riya xalên sînorî re bo dema salekê bikar aniye, tawaneke nû ye û li tawanên wê yên dermafê gelê Sûriyê zêde dibe, ji ber ku bi milyonên Sûrîyan piştî vê VETOyê dê têkevin rewşeke xerab de û li ber xwe bidin ji bo ku sax bimînin.
Rûsiya ne tenê bombebaran û kuştin û koçberkirin pêk anîn, lê di hemû waran de çi ji destê wê hat dijî Sûriyan bi kar anî, nemaze di warê mirovahî de, daku wan ji xwarin û dermên bêpar bike, û jiyana bi milyonan mirov dike bin gefê, dema ku dosyeya mirovî dike dosyayeke siyasî ji bo danustandinan di xizmeta rêjîma Esed ya tawankar de.
Berdewamiya fişaran ji hêla Rûsiya ve di riya bikaranîna VETOyê di Encûmena Ewlekariyê de, û hiştina çarenivîsa bi milyonan kes li deverên rizgarkirî di destê wê de, nîşana hebûna kêmasiyê ye di şêweyê karê vê Encûmenê de, ya ku nekariye mafê sûriyan bide wan tevî derbasbûna yanzdeh salan di ser daxwazên wan yên mafdar di pêkanîna azadî û rûmet û rûxandina vê Rêjîmê de, rijêma ku bi hezaran tawanên cengê û yên dijî mirovatiyê li ser hatine piştrastkirin.
Hevbendiya niştimanî ya Sûrî di dema ku spasiya bizavên qenc yên dostên gelê Sûriyê di Encumena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî de dike, ji van dewletan û di serî de ji Emrîka daxwaza serneçemandinê li hember VETOyê Rûsiya yê berdewam dike, û dengdanê veguhêzin Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî ji bo ku astengiyên Rûsyayê yên ku di vê dosyê de dubare dibe derbas bikin, û mîkanîzmeke berdêl ji bo gihandina alîkariyan bo Sûriyê di xalên sînorî re bibîne, û kar ji bo nehêlana rûdaneke bobelatî ya mirovî dermafê bi melyonan Sûrîyên ku di rewşeke dijwar û pir aloz de dijîn bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
9 tîrmeh 2022