Agahnameyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
03.10.2014
Hevbendiya Niştimanî Miletê Sûrî yê qehreman bi helkefta Cejna Qurbanê pîroz dike, û bihêvî ye ko Xwedayê dilovan ewê bike dergehekî xêrê û em tê re baweriya xwe bi azadî û maf û jiyanê nuh bikin, û bibe destpêkek ko rijandina xwîna milet biraweste û bi xêra wê armancên Miletê Sûrî pêk werin.
Îro em bi rêz li ber qurbaniyên Şehîdan û lehengiyên Qehremanan û samana Dayikan û xweragiriya Girtiyan û zehmetkêşiya Penaber û Derbideran dirawestin, û em dîsa soza xwe bi hemû Şoreşgeran re didin ko em ê bizavê bikin da em armancên Sûriyan pêk bînin û serkeftinê bidest bixînin û em ê ji bo wê bi rêzgirtina pirensîpên Şoreşê û siloganên wê yên mezin pabend bin û li ser wan berdewam bin.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar in ko ji bo xatirê evan rojên pîroz firehiyekê bi ser miletê sûriyê tevî de bîne, û me tevan bi ser bixe di xebata me ya ji bo vî miletî de di van rojên dijwar de.
Xweda xweşiyê bide we, û her sal hûn bi xêr bin, û xweda cejnek din bi ser me de bîne ku em serkeftî û azad bin.
Dilovaniya Xwedê ji bo Pakrewanan,
saxlemî ji bo Birîndaran,
azadî ji bo Girtiyan,
Bijî Sûriya, û bijî miletê wê azad û serfiraz