Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî di nameyekê de ji bo milletê Sûrî îro got: ” Cejin bê şahiya xelkên Sûrî xemgîn e, Sûriya ya ku rejîma Esed hemû raman beloqên ji hemû perçeyên cîhanê vexwendin û desthilatiya Sûriyê bidest wan de berda“. Behra dît ku rejîm û tundrewî du tiştên ji hev ne cuda ne û got: ” Sûriyan bi lehengiyek bêhempa di dîrokê de şer kirin, û şerê çeteyên Esed û ” Daiş” kirin, ji ber ku her du raman jî di nav çanda milletê me de nû û biyan in. Sûriyan ji roja yekem de bi hestên xwe yê nazik metirsiya tundrewiyê nas kirin, lewra şerê xwe bi tenê kirin, pir axivîn, , cîhana xilmaş gelek caran hişiyar kirin.ku tekoşîna bo azadiyê wateya wê nehiştina rejîmê û bidawîkirina tundrewiyê ye “.
Serokê hevbendiyê siyaseta wêrankirina rêbazkirî ji Sûriya re, wek dewlet, şermezar kir, û destnîşan kir ku:” Rejîma Esed bingeha dewleta Sûrî wêran kir, desthilatiya wê li ser xaka wê tune kir, ta ku welatê me bû xakek vekirî û bêsînor, şêlûpêl, tundiya dîn, û tirora ku vê rejîmê li ser xaka me çandiye, beşê dawî jê şehadeta birek ji ji zarokên me li bajarokê Ekreme bû, yên ku gihan yên wek xwe ji zarokên Der´a, Heleb, Xûta, Baniyas, Bêda û Holê. Tirora ku îroj bajarê Eyn Elereb (Kobanê)dorpêç dike û gefan li xelkên wê dixwe, ji tirora ku Xûta, Heleb, û taxa Wehir dorpêç dike ne cuda ye, her du tiror tev ku kok tê guhertin ji yek bingehê ne. behra soz da Sûriyan ku wê hevbendî kar ji bo yekirina gotinê û hevgirtina rêzan bike, di gotina xwe de dest nîşan kir ku: Em sozê didin ku emê pasvanên pêkanîna armancên şoreşê , û vegerandina mafên me yê yasayî û mirovahî yên talankirî bin,û sozê didin ku tu tevgerê bê ku di ber berjwendiyên millet me de be nekin, sûrî bi yekîtiya xwe û hezkirina wan ji welatê wan re , dikarin azadî û serxwebûna welatê xwe biparêzin, dikarin welatê xwe yê dimoqratî, azad, û bidad. Welatê hemû niştciyan bê ku kesekî di ser yê din re bigirin ava bikin .
Jêder: Hevbendî