Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd girtina girûpek çekdarên YPG û asayişên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD, nîvroja roja yekşemê 5/10/2014 li ser nivîsgeha Patiya Yekîtiya Kud Li Sûriyê û nivîsgeha xwecihî ya ENKS li bajarê Tiltemir û riswakirina kesên wê demê li wir amadebûn û girtina Behcet Şêxo endamê komîta serkirdeyên partiya yekîtî piştî lêdan û riswakirina wî û Qasim Xelîl Ehmed serokê Encumana Xwecihî yê endam di partiya wekheviya demoqrata kurd şermezar kir.
ENKS di beyana xwe de tekez kir ku ev riftar û kar ne ji dûr ne ji nêzîk nakeve bercewendiya miletê me de, û zirarek mezin digihîne berxwedana mêrane ya gelê me yê kobanê.
Daxuyaniyê ji serkirdeyên wan hêzan û yên TEV-DEMê xwest ku sînorekî ji van karên neperpirsyar re deynin û girtiyên li Rex xwe bi lezgînî berdin.
Hêjaye gotinê ye ku hêzên esayişê û YPG ev kar kirin piştî ku mangirtina ku ENKSê di sibeha cejna remezanê ji bo piştgiriya xelkên kobanê rêxistin kiribû ji berhev xistin û mangirtin nehiştin û hejmarek ji dostên Encumana Xwecihî girtin û piştî demekê ew berdan.