Bi awayekî lezgîn bihayê lêra sûrî li hember dolar û diravên din yên sereke dadikeve, ku îro li bazara Mercê kirîna yek dolarî bi 194 lêreyan bû û firotina wî bi 192 lêreyan bû, tevlî berdewamiya pişgiriya banka navendî ji lîreyê re bi dana dolaran di riya kompaniyên pereguhêr û hin bankên taybet. û ev dabezîna bilez ya lêra Sûrî tê ji encamê nemana baweriyê bi aboriya Sûrî, û nemana diravên biyanî yên yedek di banka navendî de, herwiha ziwakirina çavkaniyên dahatên xwezayî yên welatê, ku hinartin û hawirdekirin û weberhemhênan bi yekcarî hatine rawestandin, û zaliya hin çeteyên abûrî yên girêdayî bi rêjîma Esed ve li ser deverên giring di abûriya welat de, tevlî zêdebûna girbûna aborî bi rêjeyekî nekêmtir ji 250% li gor abornasan. Hewlên destêwerdana banka navendî bo başkirina nirxê lêra sûrî şikestin, ku parêzgerê “banka Navendî” tekez kir, li ser alîkariya erênî ya bazara diravî, bi riya perepêdana kerta taybet bo hawirdekirinê bi nirxêin dolar yên ciyawaz , û balkişand li ser berdewamiya alîkirinê di qonaxa cejina qorbanê de. û hêjayî gotinê ye ku li vê dawiyê banka navendî biryarek daye bo dana diravê biyanî bo bazarê di herdu rojên în û yekşemê de, bi riyên nerewa û bi awayekî nûjen, berovajî hercar ku bihinvedana dawiya heftiyê nedihat bikaranîn bo bilindkirina nirxê diravê biyanî. lê Elî Elşamî şirovekarê abûrnas got:” ez bawer nakim ku ev piştgiriya banka navendî encamekî bidest bîne bo saxkirina bihayê lêra sûrî ya nexweş, piştî jidestana hemû hokarên hêz û seqamgêriyê”. û ji ” Elerebî Elcedîd “re got: ” îro mezitirîn metirsî li hember lêra Sûrî ewe ku baweriya sûriyan pê nemaye, piştî ku hokar û fakterên abûrî ji dest daye û bêhtir ji 18 milyar diravê yedek û hinardeyên petrolê û pereyên ji derve jidest daye ji berî şoreşa Sûriyê, û piştgiriya banka navendî û destêwerdana wê bitenê temenê lêra sûrî ya nexweş dirêj dike bi riya dana dolaran bi şêweyekî rojane, û lêre wê bimire dema rawestandina piştgiriya banka navendî”.
Jêder: Hevbendî – Elerebî Elcedîd